Xwediyê dikana bi navê Alo Hatay Doner ê li navçeya me Çinarê Nezîr Çelîk, dahata xwe ya rojekê radestî nûnertiya Kerwana Umudê ya Çinarê kir da ku teslîmî Xezzeyê bibe.
Nezîr Çelîk perê hatibû teslîmê Nûnerê Kerwana Umudê ya Çinarê Adem Yaşar kir.
Adem Yaşar weha got:
"Di dema ku êrîşên Rejîma îşxalker a Siyonîst li ser Xezzeyê dewam dikin, xêrxwazan alîkariyên xwe ji bo misilmanên mezlûm ên filistînî didomînin. Birayê me yê esnafê ku li navçeya me dikana donerê ya Alo Hatayê dimeşîne, qezenca xwe ya rojekê diyarî Weqfa Kerwana Çinar Umudê kir da ku teslîmî Xezzeya ku di bin êrîşên rejîma dagirker de ye. Birayê me yê esnaf diyar kir ku ew nikarin li hemberî qetlîamên li Xezzeyê tên kirin bêdeng nemînin û ew dixwazin piçekî jî piştgiriyê bidin gelê mezlûm ê Xezzeyê.
Weke Kerwana Çinar Umud ê em birayê xwe pîroz dikin, Xwedê xêra wî qebûl bike. Em dixwazin ev alîkarî berdewam bike û mînakan teşwîq bike. Ji ber ku li wir wehşeteke mezin tê kirin. Pêdiviyên mirovên li wir hene. Em naxwazin esnafên me yên din ên li navçeya me li hemberî vê yekê xemsar bimînin. Divê her kes bi çi awayî ji destê wan tê divê di vê mijarê de hestiyar be."
Dengê Xana Axpar