Dikandarên Dîyarbekirê beşdarî boyqotê bûn

Dikandarên navçeya Sura Dîyarbekirê, qerar girtin ku ew ê fîrmayên ku ji qetlîamên rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê re destekê didin wê nefiroşin.

Li navçeya Sura Dîyarbekirê, dikandar ji banga boyqotê re bêdeng neman û dolap û hilberînên Coca Colayê îade kirin.

Li Tirkîyeyê boyqotkirina malên rejîma îşxalkeran ehemmîyeteke mezin dît. Bi taybetî fîrmayên ku bi eşkere destekê didin rejîma îşxalkeran hatin boyqotkirin û ev boyqot jî her roj zêde dibe.

Hinek fîrmayên ku destekê didin rejîma îşxalkeran jî ji bona ku boyqota Misilmanan bişkînin di malên xwe de ji sedî 70 erzanîyê çêkirin.

Veberhênerên medyaya civakî, ji ev erzanîyê re bertek nîşan dan û gotin, “Demek ev mal bi vê fîyatê tê firotan” û bal kişandin ku van fîrmayan xwelkê îstîsmar dikin û keda wan dixwin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate