Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, li Kolana Sakaryayê, ku yek ji deverên kirînê yên herî qerebalix ên bajêr e, rêyên nehevseng û pirsgirêkên paqijiyê dibin sedema giliyên dikandar û welatiyan.
Dikandar, diyar dikin ku ji ber kevirên şikestî û ji cihê xwe derketine her roj ketin çêdibin, û ji şaredariyê dixwazin ku pirsgirêkê di zûtirîn dem de çareser bikin.
Dikandarên li ser kolanê diyar kirin ku tevî qelebalixîya zêde ya peyayan jî, demek dirêj e ku tu xebateke lênêrîn û tamîrkirinê nehatiye kirin.
İsmail Salur
"Hema hema her roj 2-3 jin an jî zarok li ser vê rêyê dikevin û birîndar dibin"
Îsmaîl Salur ku ji esnafên çarşiyê ye, daxwazên xwe bi van gotinan anî ziman: "Ev kade, yek ji kadeyên herî qelebalêg ên navçeya Rezanê ya navenda Diyarbekirê ye. Lê tevî vê qelebalixiyê jî, li seranserê çarşiyê li ser zemînê gelek şikestek, qelîştok û çale hene. Hema hema her roj 2-3 jin an jî zarok li ser vê rêyê dikevin û birîndar dibin. Her wiha di rojên baranê de avên ku di binê kevirên şikestî de kom dibin, dema mirov pê lê dike, bi ser derdorê de dipekin. Êvarê piştî ku kade tê girtin, destûrdayîna ketina wesayîtan dibe sedem ku zemîn hîn bêtir xira bibe. Ji ber vê yekê, divê kade bi temamî ji trafîka wesayîtan re bê girtin."
"Şaredarî saziyeke wisa ye ku bi dengên vê gelî hatiye hilbijartin û peywira wê dîtina çareseriyê ye"
Salur bi gotina, "Li vê kadeyê bi sedan esnaf hene û şaredarî ji her yekî bacê digire. Lê di berdêla van bacan de sererastnekirina rê kêmasiyeke mezin e," wiha berdewam kir: "Wekî ku em dibihîzin, esnaf çûne şaredariyê û giliyê xwe kirine, lê bersiveke tund a wekî 'Bila her kes li karê xwe binêre, em dizanin em ê çi bikin' girtine. Lê belê şaredarî saziyeke wisa ye ku bi dengên gel hatiye hilbijartin û peywira wê dîtina çareseriya van pirsgirêkan e. Her wiha paqijiya kadeyê jî têrê nake. Êvaran tenê çopên mezin tên komkirin, lê ji ber ku paqijiya hûrgulî nayê kirin, ev yek têrê nake. Em wekî esnaf her sibê ber deriyê dikanên xwe paqij dikin, lê ji bo vê kadeya ku di nava rojê de bi hezaran kes tê re derbas dibin, ev têr nake. Banga me ew e ku amadekariyên pêwîst ji bo vê kadeyê di zûtirîn dem de werin kirin."
Kenan Sarı
"Divê ev rê di zûtirîn dem de werin çêkirin"
Esnaf Kenan Sarı jî ji bo çêkirina zemînê xira bang li şaredariyê kir û wiha axivî: "Ji ber ku kevirên li ser rê ji cihê xwe derketine û nayên tamîrkirin, welatî nikarin bi rehetî bimeşin. Dema baran dibare, taya avê çêdibe û av bi ser kesên di rê de derbas dibin de dipeke. Divê ev rê di zûtirîn dem de werin çêkirin."
Yusuf Alper
"Em dixwazin rayedar di zûtirîn dem de werin û çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin"
Esnaf Yusuf Alper jî ev tişt anîn ziman:
"Ez li Kadeya Sakaryayê esnaf im. Giliya me ew e ku kevirên zemînê kadeyê şikestî ne û ji cihê xwe derketine. Tevî ku me ji yekeyên pêwendîdar re ragihandibe jî, heta niha tu mudaxile nehatiye kirin. Her roj gelek kes bi van keviran diqulipîn û dikevin. Bi taybetî ji bo kesên kêmendam ev yek rîskeke mezin ava dike. Em bûn şahidê gelek kesan ku ji ber van keviran ketin û birîndar bûn, pozê wan xwîn bû. Di rojên baranê de jî ji ber ku binê keviran vala ye, av tê de kom dibe û dema mirov pê lê dike bi derdorê de dipeke. Em dixwazin rayedar di zûtirîn dem de werin û çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin."