Dikandarên Rezan bi loqim û ava gulan xelkê dawetî Mewlûda Nebî kirin

Bi minasebeta Mewlûda Nebî ya ku bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” ku wê bê tertîpkirin hemû kolan û tax hatin xemilandin, dikandarên navçeya Rezan jî ji cîran û mişterîyên xwe re loqiman û ava gulan belav kirin.

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê navçeya Rezan Qada Newrozê di seat 13.30yan de bernameya Mewlûda Nebî bê lidarxistin.

Ji bo Mewlûda Nebî hinek dikandar kampanyayên erzanîyê dan destpêkirin hinek dikandar jî ji mişterîyên xwe re dîyarîyan belav kirin.

Li Ceddeya Sakaryayê jî dikandar ji bo bernameyê loqim, ava gulan û balonan belav kirin.

Dikandarekî weha axivî: “Em wek dikandarên Ceddeya Sakaryayê ji bona ku gelê xwe dawetî bernameyê bikin ji wan re loqim, balon û ava gulan îkram dikin. Xeyn ji vêya jî me dikandarên xwe zîyaret kir û wan hebo hebo dawetî bernameyê kir. Bi vê wesîleyê em dîsa gelê xwe dawetî bernameya ku wê li Qada Newrozê bê lidarxistin dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin