Dikandarên Rezan bi minasebeta Mewlûda Nebî kampanya dan destpêkirin

Dikandarên ku li navçeya Rezan telefonan dikirin û difiroşin, ji bo bernameya Mewlûdê ya taybet ji sedî 30 erzanî li ser xemlandinên telefonan dan destpêkirin.

Diyarbekira ku bajarê pêxember û eshabîyan e, wek her sal di vê salê de jî bi minasebeta Mewlûda Nebî kampanyayan da destpêkirin.

Dikandarên ku li Kolana Goçmenler a navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê telefonan difiroşin, ji bo balê bikşînin ser bernameya "Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed" ya ku ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Qada Mitînga Parka Newroz tê lidarxistin, ji sedî 30 erzanî li ser xemlandinên telefonan dan destpêkirin

Mahmut Arslanê xwediyê karsaziya ku kampanya da destpêkirin, dema erzaniya ku dest pê kiriye eşkere kir, hemû gelê Dîyarbekirê jî dawetî bernameyê kir.

Arslan got, "Em wek dikandarên Rezan hêvî dikin ku hemû gelê xwe di hefteya Mewlûda Nebî de beşdarî kampanyaya ku em li dar dixin bibin. Em her kesî dawetî bernameya ku roja yekşemê bê lidarxistin dikin."

Ji şêniyên Rezan Hacî Kose jî ji ber kampanyaya ku hatiye destpêkirin spasiyên xwe ji dikandarên taxê re anî ziman û got: "Em ji ber kampanyaya ku dane destpêkirin spasiyê xwe li dikandarên xwe dikin. Em ê jî weke welatî tevkariyê bikin. Înşallah em li hêviya hemû gelê xwe ne ku wê roja yekşemê li Mewlûda Nebî bên lidarxistin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar