Dîmena mûhîmata ku li Diyarbekirê ket

Dîmenên mûhîmata ku ketiye gundekî navçeya Rezan ya Diyarbekirê û çavkaniya wê hê nehatiye zanîn.

Bûyer, li gundê Hêgecugê yê ser bi navçeya navendî ya Reziqê (Bağlar) qewimî. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di derdora nîvro de cisimekî ku hê nayê zanîn çi ye, kete erdê Mehmet Şah Atli.

Li ser agahdarkirinê tîmên cendirme, tenduristî, AFAD û pispor sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li herêma ku tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin, tîmên cendirmeyan rê nedan ku kes bikeve qada bûyerê.

Yek ji şahidên bûyerê, gundiyê bi navê Mihemed Atman (16), diyar kir ku dema wî pezê xwe diçerand, ditiye ku cisimek ji jor de diheliye û dikeve erdê; lê ew nêzî cisim nebûye û piştre agahî dane tîman.

Hat hînkirin ku tîman piştî lêkolîneke dirêj, ji bo lêgerîna hûrgulî ew mûhîmat bi awayekî kontrolkirî veguhastine yekîneyên têkildar.

Li aliyê din, ÎLKHAyê dîmenên mûhîmata ku ketiye cihê bûyerê bidest xistin. Li gorî dîmenan, tê texmînkirin ku ew perçe, parçeyekî fuzeya parastina hewayî ya NATO an jî TSKyê ye.

Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) îro di daxuyaniyekê de gotibû: 'Mûhîmateke balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ketibû qada hewayî ya Tirkiyeyê, ji aliyê yekîneyên parastina hewa û fuzeyan ên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatiye bêbandorkirin. Hinek parçeyên mûhîmatê li Gazîentabê ketine ser erdên vala. Di bûyerê de tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye û kes birîndar nebûye.'

Derbarê parçeyê mûhîmatê yê ku ketiye Diyarbekirê de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin