Dîmenên qezaya otobusê ya ku tê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Dîmenên qezaya ku li Uskudara Stenbolê pêk hat û tê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn derket holê.

Weke ku tê zanîn îro otobusa navbajêr a bi plaqeya 34 VN 7071 a ku li Uskudarê sefera Ataşehîr-Kadikoyê dikir  dema ku nêzîkî rawestgehê bû pêşî li otobusa li rawestgehê qelibî û dû re li peyayên ku li rawestgehê disekinîn qelibî û di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Dîmenên dema qezayê derketin holê. Bi qasî di dîmenan de xuya dike otobus ji bo li mînîbusa pêşîya xwe neqelibe dîreksîyonê dizivirîne û li kesên ku li rawestgehê sekinîne diqelibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe