Dîrokên îmtîhana Lîseya Perwerdehîya ji Derve hatin guhartin

Dîrokên îmtîhana heyama duyemîn a Lîseya Perwerdehîya ji Derve wek 31ê Adarê û 1ê Nîsanîhatin guhartin.

Di daxuyanîya ku ji teref Lîseya Perwerdehîya ji Derve ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin ew ê îmtîhanên heyama duyemîn di 31ê Adarê û 1ê Nîsanê de bên kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin qerar bi tesdîqa meqama wezaretê hatiye dayîn û ew ê îmtîhan wek 3 niştinan bên kiirn.

Niştina yekemîn dê di 31ê Adarê di seat 09.30an de, niştina duyemîn di 31ê Adarê di seat 14.00an de û niştina sêyemîn jî di 1ê Nîsanê di seat 15.00an de bê kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe