Di daxuyanîya ku ji teref DÎTÎBê ve hat dayîn de hat destnîşan digel êrîşa dawî ya klu roja yekşemê li Berlînê li camîyekê hat kirin hejmara êrîşên ku di nava du mehan de li hember camîyan hatin kirin de derket 18an.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin divê dewleta Alman bi ser cudakarî û êrîşan de bieç.
Li gor daxuyanîyên şahidan êvarî derdora seat 02.00an de camî ji teref 3 kesan ve hat qûndaxkirin. Di şewata ku di seat û nîvê de hat tefandin de camî zirareke mezin dît.
Li gor xebera DW di dawîya heftîyê de li çend bajarên din ê Almanyayê êrîş li camîyan hat kirin.
ÎLKHA