Dîyarbekir ji bo meşa Xezzeyê hazirîyê dike

Bi minasebeta salvegera Tofana Eqsayê li Dîyarbekirê ew ê şeva Yekşemê meşeke mezin bê tertîpkirin.

Rejîma îşxalker li çar alîyê dinyayê qirkirinên xwe didomîne, di heman demên de li çar alîyê dinyayê jî Misilmanan ji bo Filistînê çalakîyên destekê bikartînin.

Ji ser operasyona Tofana Eqsayê ku di 7ê Cotmeha sala 2023yan de hatibû destpêkirin salekî derbas bû.

Ji teref Sazîya Civaka Sîvîl a Îslamî ya Dîyarbekirê ve bi minasebeta salvegera yekemîn a Operasyona Tofana Eqsayê ew ê bernameyeke meşê bê tertîpkirin.

Bernameya meşê ku tê plankirin bê tertîpkirin; ew ê di 6ê Cotmehê roja Yekşemê de di seat 19.00an de li Duraka Dawîn a Gazîlera Bûlwara Firatê dest pê bike, wê li Hala Nû bi daxuyanîya çapemenîyê dawî bibe.

Di daxuyanîya ku derheqê bernameyê de hat dayîn de hat îfadekirin ku bila hemû Evîndarên Qudsê yên Dîyarbekirê ji 7ê heta 70î beşîdar bernameyê bibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê