Dîyarbekir ji rojê re bi qezayan dest pê kir: Qezaya zîncîrî ya 3yemîn, 7 birîndar

Piştî qezayên ku li ser rêya Xarpêtê pêk hatin li navçeya Bismilê jî 4 wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya zîncîrî de 7 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li ser rêya Dîyarbekir-Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Çarrêya Tepeya ser rêya Dîyarbekir-Bismilê 4 wesayîtên ku li alîyê navenda Bismilê diçûn, li ser pira Bismilê ji ber mija gurr li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku 4 wesayît li qelibîn de 7 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û trafîkê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno