Diyetisyen Ayşe Şura Korkmaz: Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e

Diyetisyen Ayşe Şura Korkmaz diyar kir ku piştî birçîbûna demdirêj (ya di dema rojiyê de), tercîhên rast ên xwarinê hem tenduristiyê diparêzin hem jî kalîteya îbadetê bilind dikin.

Korkmaz bal kişand ser wê yekê ku şaşiyên xwarinê yên di Remezanê de tên kirin, dikarin rê li ber gelek pirsgirêkên tenduristiyê vekin û bi taybetî destnîşan kir ku nabe mirov dev ji paşîvê berde.

"Paşîv di nav rojê de hevsengiyê çêdike"

Korkmaz anî ziman ku paşîv (sihûr) ne tenê xwarineke ku nîvê şevê tê xwarin e û got: "Paşîv, piştgiriya bingehîn e ku di nav rojê de hevsengiya şekira xwînê diparêze. Berdana paşîvê; di nav rojê de dibe sedema ketina ji nişkê ve ya şekira xwînê, bêhalî û serêşê. Her wiha di dema fitarê de jî rê li ber xwarina bêkontrol vedike."

Korkmaz diyar kir ku paşîveke hevseng a ku proteîn, rûnên tendurist û lîf tê de hene, dema têrbûnê dirêj dike û wiha pê de çû: "Divê çavkaniyên proteînê yên wekî hêk, mast û penîr ligel xwarinên bi lîf bên tercîhkirin. Paşîvên ku tenê li ser bingeha karbonhîdratan in, dibin sedema birçîbûna zû.

"Di fitarê de şaşiya herî mezin xwarina bi lez û bêkontrol e"

Korkmaz destnîşan kir ku piştî birçîbûna demdirêj, şaşiya herî berfireh xwarina bi lez û bêkontrol e. Korkmaz şaşiyên ku di fitarê de zêde tên kirin bi vî rengî rêz kirin:

"Zêde bi lez xwarin, xwarina zêde ya hevîr û şîraniyan, windakirina kontrola porsiyonan û piştî şorbe û xurmeyê yekser barkirina li ser xwarina sereke."

Korkmaz behsa pergala îdeal a fitarê jî kir û wiha axivî: "Rêbaza herî rast ev e ku mirov fitara xwe bi şorbeyeke sivik vebike, 5-10 deqîqe navber bide û paşê bi awayekî kontrolkirî derbasî xwarina sereke bibe. Remezan, ne meha xwarina du danan di danekê de ye.

"Vexwarina avê divê di navbera fitar û paşîvê de bê belavkirin"

Korkmaz destnîşan kir ku yek ji şaşiyên herî mezin ên di Remezanê de, hewildana vexwarina hemû avê ya yekser piştî fitarê ye û wiha hişyarî da: "Divê vexwarina avê di navbera fitar û paşîvê de bê belavkirin. Pêdivî ye ku mirov bi qasî 1,5–2 lître avê parve bike û vexwe; nabe ku çay û qehwe wekî şûna avê bên dîtin."

Korkmaz anî ziman ku vexwarina kêm a avê metirsiya qebizbûn, werimîn (ödem) û bêhaliyê zêde dike. Her wiha diyar kir ku armanca di Remezanê de ne qelewbûn an jî zeîfbûna ji nişkê ve ye, armanc parastina tenduristiyê û domandina hevsengiyê ye.

Korkmaz bal kişand ser wê yekê ku metabolîzma, dîroka nexweşiyan û pergala jiyana her kesî cuda ye; ji ber wê jî bernameyên xwarinê yên ku li gorî pêdiviyên kesane hatine amadekirin, her gav ewletir in.

Korkmaz got: "Bi paşîveke hevseng, fitareke kontrolkirî û vexwarina têr a avê, Remezan dikare bibe meheke wisa ku hem ruh û hem jî bedenê xwedî dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin
89 rêyên wargehan hatin girtin