Doza cînayeta Narîn Guran ji 30yê Gulanê re hat taloqkirin

Di rûniştina 3yemîn a ku 6 jê girtî 15 sûcdarên ku bi cînayeta Narîn Guran ku li Dîyarbekirê hat kuştin re têkilî ne de dadgeh birayar da ku dozê ji 30yê Gulanê re taloq avêt.

Narîn Gurana 8 salî ku li gundê Çilûya Dîyarbekirê di 21ê Tebaxê de winda bûbû û 19 roj paşê di nav çem de hat dîtin. 15 kes ji ber vê dozê tên darazandin, rûniştina 3yemîn di Dadgeha Cezaya Eslî ya 17emîn a Dîyarbekirê de dihat dîtin.

Di rûniştina duyemîn a ku ji ber sûcdaran xizm û nasên xwe veşêr didin hatibû vekirin de daxwazên sûcdaran ji wan hatin girtin. Parêzêrên hinek sûcdarên ku nehatin rûniştinê, di mazereta ku ji dadgehê re pêşkêşî kirin de, ji bona ku li hember mutaalay dozger dikaribin parastinek amade bikin qewl xwestin.

Sûcdaran îfade kirin ku heta parêzêrên wan neyên parastina xwe nakin û dadgeh daxwazên qewl a parêzêran qebûl kir û rûniştinê ji 30yê Gulanê re taloq avêt. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê