Dr. Mûhemmed Emîn Ergûn, Mütaxassisê Nexweşiyên Daxilî yê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê, bal kişand ser ferziya vexwarina avê di mehên germ ên havînê de û da zanîn ku çiqas ku vexwarina avê ya bi pîvana pêwîst girîng e, bi rengê rast vexwarina wê jî ewçend xwedî nirx û girîngî ye.
Ergûn da zanîn ku nexasim di demeke kurt de vexwarina pir zêde ya avê dibe ku rê li ber nexweşiyeke mezin a bi navê hiponatremî veke.
Di carekê de vexwarina zêde ya avê dikare metirsiyê bîne holê
Ergûn bal kişand ser wê yekê ku di carekê de vexwarina rêjeyeke zêde ya avê ji bo tenduristiyê metirsiyên mezin çêdike û got: "Di carekê de vexwarina 3 yan 4 lître ava peyvekî dikare metirsiyê çêbike. Divê mirov vexwarina avê belavî nava tevahiya rojê bike û bi pîvanekê vexwe."
Ergûn eşkere kir ku hiponatremî ji ber vexwarina zêde ya avê peyda dibe û got: "Kêmbûna reja sodyuma nav xwînê ya ji binî 135î re dibe sedema hiponatremiyê. Di vê rewşê de ava zêde dikişîne nav şaneyan û şane dest bi stûrbon û werimînê dikin."
Werimîna şaneyên mejî dikare mirov bixe komayê
Ergûn ragihand ku hiponatremî bi taybetî li ser mejî encamên xirab çêdike û weha axivî: "Ev rewş metirsiyeke çawa çêdike? Bi taybetî ji ber werimîna şaneyên mejî, ji gêjbûn û tevlihevbûna hiş heta ketina komayê dikare rê li ber nexweşiyên pir xirab veke."
Ergûn destnîşan kir ku nîşanên nexweşiyê li gorî ast û giraniya xwe diguherin û got: "Nîşanên hiponatremiyê li gorî dijwarî û ciddiyeta xwe diguherin. Di hiponatremiya sivik de serêşî, dilhevketîn, vereşîn û bêhalî çêdibe, lê di astên girantir de tevlihevbûna hiş, rakişandina masûlkeyan û pirsgirêkên mîna wan derdikevin holê."
Divê serêşî û gêjbûn piçûk neyên dîtin
Ergûn got ku ne rast e nîşanên hiponatremiyê piçûk bêne dîtin û dawiyê de anî ziman: "Dema ku rewşên mîna serêşî, dilhevketîn, vereşîn, bêhalî û gêjbûn hatin dîtin, teqez divê mirov biçe cem bijîşk an navendeke tenduristiyê. Ev babet bi rastî jî gelekî girîng e."
Nexweşên kronîk, kal û pîr û zarok divê hêj baldartir bin
Ergûn diyar kir ku vexwarina zêde ya avê di hinek grûpan de xetereyên mezintir çêdike û got: "Nexasim kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye, nexweşên kêmtiyariya dil, sîroza kezebê û kêmtiyariya gurçikan, kesên ji 65 salî mezintir û zarok divê zêdetir balê biddin vexwarina avê. Di van kesan de vexwarina zêde ya avê dikare xetereyeke giran çêbike."
Ergûn anî ziman ku pêwîstiya avê ji kesekî bo kesekî din diguhere û weha axivî: "Di carekê de divê ava ku digehêje 3-4 lîtreyan neyê vexwarin. Pêwîstiya avê ji kesekî bo kesekî din; li gorî temen, zayend, kîlo û nexweşiyên mevcut dikare biguhere."
Pêwîst e vexwarina avê belavî nava rojê bête kirin
Ergûn behsa girîngiya plansaziya rast a vexwarina avê kir û ev îfade bi kar anîn: "Gava em tevlî xwedîkirina hevseng û tendurist vexwarina avê belavî nava rojê bikin û li gorî pêwîstiya laş avê vexwin, em ê pêwîstiya xwe ya avê bi rengekî tenduristtir dabîn bikin. Ji ber vê yekê divê vexwarina avê belavî demê bête kirin."
Di havînê de ne tenê av, mîneral jî tên windakirin
Ergûn destnîşan kir ku di mehên havînê de bi xuweydanê re windabûna mîneralan jî çêdibe û diyar kir ku: "Di mehên havînê de bi xuweydanê re ne tenê av, hinek mîneral jî dikarin werin windakirin. Em nikarin van windahiyan tenê bi vexwarina avê bi cih bînin."
Ergûn bal kişand ku nexasim di kesên pir xuweydan dide de piştgiriya mîneralê jî girîng e û ev îfade bi kar anîn: "Di vê xalê de nexasim di kesên werzişa giran dikin û di kesên pir xuweydan dide de, li gel avê şilîyên ku naveroka wan a mîneralê bilind e jî dikarin werin pêşniyarkirin. Dew, şorbe û ava madenî ji vê aliyê ve dikarin werin tercîhkirin."
Ergûn teqezî li ser girîngiya xwedîkirina hevseng di kesên tendurist de kir û got: "Lê belê di kesên tendurist de heta ku xwedîkirina hevseng bête dabînkirin, hevsengiya mîneralê ku laş pêwîstî pê heye dikare bi rêjeyeke mezin bi rêyên xwezayî bête dabînkirin."
Bi germahiya ku di mehên havînê de zêde dibe re, pispor diyar dikin ku ewqasî bêav nemanê, ewqasî jî divê ji vexwarina bêhiş û zêde ya avê bête dûrketin û pêşniyar dikin ku av belavî nava rojê bête kirin û li gorî pêwîstiya kesî bête vexwarin.