Du îşxalker ji bo qetlîamên nû cardin hevdîtinê kirin

Wezîrê Karên Derve yê Emrîqaya îşxalker Antony Blînken, bi Serokkomarê qaşo yê rejîma îşxalker Isaac Herzog re li ser telefonê hevdîtinek kir.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Emrîqayê ve hat belavkirin, Blînken, di hevdîtina ku li ser telefonê bi Herzog re lidarxist de, bang lê kir ku bila di mirina sîvîlan de hinek bidîqet bin.

Blînken, di hevdîtinê de cardin “midafaayê nefsa xwe” yê sîyonîstên terorîstan bibîrxist û got ku bila alîkarî biçe Xezzeyê.

Wezîrê Parastina Emrîqayê, bi Gallantê îşxalker re hevdîtinê kir.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Pentagonê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku Wezîrê Parastina Emrîqayê Lloyd Austin, bi wezîrê parastin ê qaşo rejîma terorîst Yoav Gallant re havdîtinê kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate