Du otobus li hev qelibîn: Yek jê giran tev de 7 kes birîndar bûn

Li Bîngolê ji ber îhlala ronahîya sor du otobus li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê giran tev de 7 kes birîndar bûn.

 Hat ragihandin li Taxa Sîmanîya Bîngolê li nêzî otogara navbajêran ji ber ku otobusek ronahîya sor îhlal kir li otobusa din qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê giran tev de 7 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Qeza di wextên şeveqê de di derdora seat 07.00an de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 22 ER 289 a ku ajokara wê Serhat Seven bû û aîdî fîrmaya Metro bû û otobusa bi plaqeya 12 AL 550 a ku ajokara wê  Bedrî Îşler bû û aîdî fîrmaya Bîngol Ozlem bû li xaçerêya otogarê li hev qelibîn.

Welatîyan derbarê mijarê de diyar kirin otogar şi cihekî xelet hatiye înşakirin û ji ber vê yekê li vê derê her tim qeza pêk tên.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe