Du serwîsê karkeran li hev qelibîn: 20 birîndar

Li Uşakê du serwîsê karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 kes birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku rewşa birîndaran baş e.

Li Uşakê di seatên serê sibehê de qezaya trafîkê pêk hat, du serwîsên ku karker di nav de bûn li hev qelibîn, û 20 kes birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku qeza li nêzê Çarrêya Haci Kademê pêk hat. Serwîsa ku plaqeya wî 64 S 0272 e ji paş ve li serwîsa ku plaqeya wî 64 S 0211 e qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 20 kes birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno