Du wesayît li hev qelibîn: 4 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Zîleya Tokatê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de çar kesan canê xwe ji dest dan, du kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya ku Zîle û Çekerekê girê hev dide pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîtên bi plaqeyên 16 BMT 901 û 60 AFZ 583 ku nasnameya şofêrên wan nehatin hînbûn serî li serî li hev qelibîn.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de çar kesan li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, du kes jî birîndar bûn.

Welatîyên ku qezayê dîtin xeberê ji ekîban re şandin û li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno