Ebû Ubeyde: Heta ku gelê me ne di ewlehîyê de be ew ê îşxalkeran jî tehma ewlehîyê negirin

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, bal kişand ku ew ê ji bo bersivdayîna ji êrîş û qetlîamên li dijî Xezze û Şerîaya Rojavayê çalakîyên berxwedanê berdewam bike.

Ebû Ubeyde, piştî çalakîya berxwedanê ku li Şerîaya Rojavayê hat lidarxistin û di encamê de gelek sîyonîst hatine kuştin û birîndarkirin li ser qenala Telegramê daxuyanîyek parve kir.

Berdevkê Tûgayên Qessam, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Qehremanên sadiq ên Şerîaya Rojavayê; cardin nîşan dan ku ew li navenda herba Tofana Eqsayê ne û hemû îddîayên ku wan bişkînin û paşgavavêtina wan a di warê piştgirîdayîna ji Xezzeyê re ji bêserfirazîyê re mehkûm kirine.

Divê dijmin vêya baş bizanibe heta ku êrîşên li dijî Xezze û Şerîaya Rojavayê berdewam bikin ew ê berdêla vêya bi xwîna leşker û xwespkerên xwe bide, heta ku gelê me ewlehîyê tehm nekin ew ê ew jî tehma ewlehîya xwe dernexin.”

Îro, di çalakîya berxwedanê ya ku li bajara Kalkîlyaya Şerîaya Rojavayê hatîye lidarxistin de 3 sîyonîst miribûn, 10 sîyonîst jî birîndar bûbûn.

Çapemenîya mehellî, îfade kiribû ku li nêzê gundê El Funduka rojhilata Kalkîlyayê ji teref wesayîtekî ve ji wesayît û otobûsekî re gule hatibû reşandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê