Ebu Ûbeyde ji alema Îslamê re qirkirina li Xezzeyê da bibîrxistin

Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê Ebu Ûbeyde got, “Heta ku van axên pîroz ji qirêjîyên îşxalkeran paqij nebin ew ê ummeta Îslamê ranebe pîya û wê di navbera milletan de tu xwedîîtîbarekî nebin.”

Ebû Ubeyde daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de meha Remezanê pîroz kir, bal li ser qirkirin, birçîbûnî û koçkirina bi zorê ya li Xezzeyê, ji ummeta Îslamê re bibîrxist.

Ebu Ûbeyde, weha got, “Em hatina meha Remezana ku ji bo Misilmanan, bi taybetî jî ji bo gelê Xezze û Filistînê meha Fethê ye pîroz dikin. Em ji du milyar xûşk û birayên xwe yên Misilman re dibêjin; xûşk û birayên we yên dînî rojîyên xwe bi rijandina xwîna xwe paqij kirin. Heta ku van axên pîroz ji qirêjîyên îşxalkeran paqij nebin ew ê ummeta Îslamê ranebe pîya û wê di navbera milletan de tu xwedîîtîbarekî nebin. Em ji gelê Ereb û Misilmanên ku du milyar in re, qirkirin, birçîbûnî û koçkirina bi rozê ya ji vê gel re hatîye dayîn didin bibîrxistin. Em ji miletê du milyar re vêya dipirsin; berîya ku destê zaliman neghêje mala we hûnê rûmeta xwe çawa biparêzin?”

Ûbeyde weha got, “Berxwedan, di meseleya şertên agirbestê û pevguhertina êsîran a li Xezzeyê de xwe ji navbeynkar û dinyayê re bexş kir. Digel hemû teşebûsên reva dijmin, em tetbîqkirina bexşkirina xwîna gelê xwe û peymana ku ew ê beheneyan ji holê rabike bijartin û eê dibijêrin. Me jî ji soza ku birayên me yên navbeynkar ji me re dane re rûmetê nîşan da û em bi vê peymanê re girêdayê man. Dijmin, piranîya mesulîyetên xwe yên di warê peymanê de hebû bi cîhneanît, zordestî, ewiqandin û pozbilindîyê kirîye. Di zêhna îşxalkeran de hem li Xezzeyê hem li Libnanê, Sûrîyeyê û hemû herêmê kompleksa sûcdarî û sadîzmê cîh girtîye. Serokatîya dijmin, di nav xebatekî ku ji bona êrîşdarîya xwe ya li dijî gelê me veşêr bide di nav xebata bidestxistina parastina Emrîkayê ye û menfeatên partîya xwe ya serokwezîrtîyê li ser jiyana êsîran digre. Dinya dît ku dijmin ji gelê me re sûc û muameleyekî çawa dike. Dinya, dît ku êsîrên di destê me de di nav vê herba barbarî de digel zor û zehmetîya parastina canê wan çawa baş û bi sihhet in. Dijmin, tiştên ku bi herbê bidestnexist ew ê bi tehdîd û hîleyan jî nikare bidestbixe.”

Ebû Ubeyde destnîşan ki ku xeyn ji peymanê tu êsîrekî jî nikarin bidestbixin, dûre weha got:

“Ew ê tehdîdên herbê yên dijmin tenê ji wî re şikestina xeyalan bîne, wê nikaribe êsîran serbestberde. Em li hember her îhtîmalan amade ne û destê me li çekên me ne. Vegera herbê ew ê bibe sebeba îtîbara dijmin ê ku maye ji teref me ve bê şikestin. Berxwedan, xwedî hemû tiştên ku di pêşerojê de zerarê bide wan. Tehdîdên dijmin nîşana ziîftî û hestrên kêmxistinê ye. Em egîd û qehremanên gelê xwe yên di kampên Şerîaya Rojavayê û berxwedêrên xwe, ji ber sekina wan a biyar a li hember êrîşdarîyê silav dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar