Ebû Ubeyde: Me 43 wesayîtan îmhe kir, 15 leşkerên sîyonîstan kuşt

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, diyar kir ku ew di nav çend rojên dawîn de li Xezzeyê 43 wesayîtên îşxalê îmhe kirine, 15 leşkerên sîyonîstan jî kuştine.

Ebû Ubeyde, di roja 121emîn a operasyona Tofana Eqsayê de li ser qenala Telegramê daxuyanîyan da.

Ebû Ubeyde destnîşan kir ku micahîdên Qessam di nav çend rojên dawîn de li Xezzeyê 43 wesayîtên îşxalê bi temamî an jî bi qismî îmhe kirine, di encama 17 operasyonên ku li dar xistine de 15 leşkerên sîyonîstan jî di mesafeya sifirê de kuştine.

Ebû Ubeyde diyar kir ku ew efserekî û leşkerekî bi nîşandaran kuştine, gelek kesan jî birîndar kirine.

Ebû Ubeyde daxuyand ku micahîdan, têketinekî tinelê ya ku hêzekî dijmin di nav de bû teqandin, 4 ÎHAyan bi dest xistine, bi topên hewanê komên leşkerî yên dijmin hedef girtine, Tel Avîv û derdorê wî jî bi fuzeyan xemilandine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno