Ebu Ubeyde: Me di nav 24 seatên dawîn de 28 wesayîtên îşxalê hedef girt

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebu Ubeyde, diyar kir ku ew di nav 24 seatên dawîn de 28 wesayîtên îşxalê hedef girtine, gelek leşkerên sîyonîstan jî kuştine.

Ebu Ubeyde derheqê agahîyên rojane de daxuyanîyekî niviskî belav kir.

Ebu Ubeydeyê ku îfade kir ew li hemû herêmên herbê yên li Xezzeyê ku sîyonîstên îşxalker li wê derê ne 28 wesayîtên leşkerî bi temamî an jî bi qismî îmhe kirine, di êrîşan de li dijî dijmin guleyên ku sîperan qul dike û teqemenîyên dijî personelan bikaranîtine.

Xeyn ji vana Ebu Ubeyde diyar kir di herba ku di nav bêmesafeyê de lidarxistine de jî ji sîyonîstan re gelek zayîatên mezin dane, li dijî dijmin gelek guleyên topan avêtine û ji gelek cîhan re jî fuzeyan avêtine.

Tûgayên Qessam jî doh di nav rojê de daxuyandibû ku micahîdan di nav tinelên Qessam de derketine û li herêma Îzbet Beyt Xanunê li dijî hêzên îşxalê bi bombe û tivingên makîneyê çalakîyê lidarxistibûn, di encama wê çalakîyê de jî gelek leşkerên sîyonîstan kuştine û birîndar kirine.

Dîsa micahîdan di nav rojê de li Beyt Xanunê 2 û li Beyt Lahîyayê jî 1 hêzên sîyonîst a taybet bi roketan hedef girt. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno