Ebu Ubeyde: Me ji 160î zêdetir wesayîtên îşxalkeran îmhe kir

Berdevkê Tugayên Qassam Ebu Ubeyde, diyar kir ku ew li Xezzeyê heta niha ji 160î zêdetir wesayîtên îşxalkeran bi temamî an jî bi qismî îmhe kirin.

Ebu Ubeyde doh êvarê bi dengê xwe daxuyanîyekî belav kir û di daxuyanîya xwe de derheqê berxewdana ku li hember sîyonîstên dixwazin li Xezzeyê êrîşên xwe yên bejahî berfireh bikin didin de agahîyan da.

Berdevkê Qassam Ebu Ubeyde diyar kir ku ew ji 160î zêdetir wesayîtên îşxalkeran bi temamî an jî bi qismî îmhe kirin, di nav vana de 25 wesayîtên ku di nav 48 seatên dawîn de hatine îmhekirin jî hene.

Ebu Ubeyde di axavtina xwe de weha got: “Berxwedêrên me ji binê erdê, ji ser erdê û di bin kavilan de derdikevin û zirxên îşxalkeran û tankên wan îmhe dikin.

Tankên îşxalkeran bi berxwedanekî dijwar û bi şîddet re rûbirû ne, ji ber vê yekê ew mecbûr dimînin ku vekişin û ev tişt jî rêya êrîşê mecbûr dihêle ku veguherîne. Herba ku tê kirin di nav şert û mercên wekhev de nîne, lê digel ev tiştê jî qaşo ‘qeweta herê mezîn a herêmê’ ditirse û dikeve nav dehşetê.”

Ebu Ubeyde di berdewama axavtina xwe de derheqê serfirazîya îşxalkeran de jî axivî û got ku serfirazîya wan kuştina pîrek û zarokan e.

Ebu Ubeyde destnîşan kir fedekarîya ku xelk û berxwedana Fîlîstînê nîşan dide “destpêka serfirazîyê” ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno