Ebû Ubeyde: Operasyona Ensarullah wê bandoreke mezin li ser rê û encamên Tofana Eqsayê bike

Berdevkê Tûgayên Qassamê Ebû Ubeyde diyar kir ku mûşeka Ensarullahê ya Yemenê ku li Tel Avîvê xist, guherîneke wesfdar e ku bandoreke girîng li ser rê û encamên Şerê Tofana Eqsayê dike.

Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser kanala Telegramê de pîrozbahiya operasyona berfireh a Ensarullahê ya îro danê sibê ya li dijî nuqteyeke leşkerî ya li nêzî Tel Avîvê kir.

Ebû Ubeyde helwêsta gelê ezîz yê Yemenê li kêleka birayên xwe yên li Filistînê û îradeya wan a ji bo fedakariyê ji bo vê yekê nirxand û got, “Girîngîya çeka ku di operasyonê de hatî bikar anîn, cûreya xala ku ew kiriye armanc û hûrguliyên din ên ku birayên me yên li Yemenê ji me re ragihandine, guhertinek wesfdar e ku wê bandorek girîng li ser rê û encamên Şerê Tofana Eqsayê bike.

Siyonîst ku hîna jî di nava heriyê Xezzeyê de asê maye û bi hevalbendên xwe re nekariye yek mûşekekê jî asteng bike an jî rawestîne, nikare şer li eniyên nû belav bike û li wir rastî bi hezaran mûşekan û gelek surprîzan were. Pêngavek wusa ehmeqî wê were wateyê ku Netanyahu hebûna xwe ya têkçûyî berbi karesatê ve bibe.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno