Edene ji bo Fîlîstînê meşîya

Sazîyên civaka sîvîl yê ku girêdayê ASÎMê ne, ji bo destekdayîna ji Fîlîstînê çalakîya meşê lidarxistin. Ji çalakîya ku li Edeneyê hat tertîpkirin re bi sedan mirov beşdarî bûn.

Îşxalkerên ku du mehan zêdetir e li Xezzeyê qetlîaman dike, ji teref sazîyên civakî yê sîvîl ve li Edeneyê hatin şermezarkirin.

Bi sedan mirovên ku beşdarî çalakîyê bûn, ji Fîlîstînê re peyama destekê dan.

Meş, li Edeneyê di seat 13.00an de di Meydana 5 Ocakê de dest pê kir.

Mirovên ku heta Meydana Îstasyonê meşîyan, di dema meşê de siloganên “îsraîlê qatil ji Fîlîstînê derkeve, îsraîlê qatîl û Emrîqayê hevkarê wî, Xelkê Fîlîstînê ne tenê ye.” gotin û tim û tim tekbîran anîtin.

Qelebalixa ku di dawîya meşê de li Parqa Înonuyê kom bûn ji ber piranîyê di parqê de cîh nema.

Bername bi duakirina ji bo Fîlîstînê dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Filistin Haberleri

Yetimler Vakfı Kadir Gecesi'nde de Gazze'yi unutmadı
Yetimler Vakfı Gazzelilere sahur ikramında bulundu
Yetimler Vakfı Gazze'de sıcak yemek dağıtımını sürdürüyor
Gazze'de can kaybı 72 bin 32'ye yükseldi
Gazze Barış Kurulu üyeleri belli oldu!