Olmerd, ji El Cezîreyê re roportaj da û got, “Piranîya gelê îsraîlê êdî dixwaze ku bila êdî herb biqede, alîkarîyên însanî bighêjin û artêş ji Xezzeyê vekişin.” Serokê Emrîkayê Donald Trump jî dikare di vê meseleyê de roleke tesîrdar bikarbîne.
Olmert bibîrxist ku piştî bûyerên 7ê Cotmeha 2023yan gelek sîvîl canê xwe ji dest dan, û destnîşan kir ku êdî ji vê seatê şûnve berdewamkirina herbê ew ê bibe sedema zêdetir candayînan, “Êdî divê ev herb biqede û bi pevguhertina êsîran çareserî bê temînkirin.”
Olmert di berdewama roportajê de Binyamîn Netenyahu û hevparên wî Itamar Ben-Gvir û Bezalel Smotrichê bi zimaneke tund rexne kir, “Vana îsraîlê temsîl nakin. Piranîya gel naxwazin ku bila ev herb berdewam bike û dibêjin bila ji Xezzeyê re destê alîkarîyê bê dirêjkirin.”
Itamar Ben-Gvir û Bezalel Smotrichê jî wek, “Fîqûrên bi talûke û zêdexwaz” nirxand, û destnîşan kir ku divê vana ji hikûmetê bêne dûrxistin.
Olmert di dawîya roportajê de ragihand ku aştîya mayînda encax bi çareserîyeke dudewletî dibe çêbibe û got, Paytexta Filistînê jî divê Qudsa Rojhilat be. Û van navên ku xwînê dirêjin jî tu eleqeya wan bi demokrasîyê re tineye.” (ÎLKHA)