Ekîba tenduristî Ya Weqfa Êtîman li Xezzeyê birîndaran zîyaret kir

Weqfa Êtîman ekîbekî ku bi doxtoran pêk tê û ji Xezzeyê re şand nexweş û birîndarên ku di bin êrîşên îşxalê de birîndar bûne zîyaret kir.

Weqfa Êtîman ku li Xezzeyê fealîyetên cuda li dar dixe, çend roj berê cerrahekî ortopedîyê, cerrahekî giştî û cerrahekî zarokan şandibû Xezzeyê.

Ekîba ku ji teref Weqfa Êtîman ve hat şandin li vê derê xebat û lêkolînên xwe didomîne. Ekîba tenduristîyê ku du roj berê digel şert û mercên zor û zehmet emelîyeta xwe ya ewil pêk anîtin, nexweşan zîyaret kirin.

Ekîba ku birîndarên di êrîşa rejima îşxalker de birîndar bûne jî zîyaret kir, ji nexweş û birîndaran re daxwazîyên xwe yên derbasîyê pêşkêş kirin û ji Xwedê jî şîfa xwêrê xwestin. Ekîb, ji nexweşan re şîranîya herêmê îkram kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno