Ekîba tenduristîyê ya ku Weqfa Êtîman ji Xezzeyê re şandibû dest bi xebatan kir

Weqfa Êtîman, ji bona ku birînên qirkirina ji teref rejima îşxalker ve li Xezzeyê tê lidarxistin derman bikin ekîbekî doxtoran şand Xezzeyê.

Weqfa Êtîman ku fealîyetên cuda li dar dixe, cerrahekî ortopedîyê, cerahhekî giştî û cerrahekî zarokan ji Xezzeyê re şand.

Ekîbên ku ji Xezzeyê re hatin şandin dest bi xebat û lêkolînan kirin.

Ekîbên ku li herêmên xerabûnên mezin pêk hatine kişandin, neaşê şehîdan û xemgînîya xizmên wan qeyd kirin.

Pisporê Cerrahê Giştî Dr. Omer Faruk Aydogan ku di nav ekîba ku ji teref Weqfa Êtîman ve ji Xezzeyê re hate şandin de ye, di daxuyanîya ku li Xan Yûnisê da de, îfade kirin ku li Xezzeyê giştî rewş krîtîk e.

Aydogan weha got, “Birçîbûnî heye, zexîre gelek sînordar e. Konbajaran hatine çêkirin encax tiştê ku bişewitînin û pê germ bibin tineye. Ceryan tineye, înternet tineye. Tê xwestin ku gelekî bi birçîbûnîyê bimrin. Em di serî de bang li Tirkîyeyê dûre li hemû welatên Îslamê dikin ku bila ji Xezzeyê re hestyar bin. Zarok pêxas digerin, pîrek di nav rewşekî zor û zehmet de ne.”

Weqfa Êtîman, daxuyandibû ku ew vê ekîbê ji bo bihezaran însanên ku li bêvîya emelîyat û tedawîyê ne derxistine rê, dîsa Weqf ji xêrxwazan re bang kiribû ku bila ji Xezzeyê re alîkarîyan bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno