Ekîbeke ji 410 kesan pêk tê li Çinarê li Nimet Kiliç a winda digerin

Xebatên lêgerînê ji bo Nimet Kiliç (45), dayika du zarokan a seqet a derûnî ku li navçeya Çinar a Dîyarbekirê winda bûye, di roja pêncemîn de berdewam dikin. Ekîbek ji 410 kesan pêk tê li herêma ku mij û hewaya sar lê serdest e, dixebitin.

Şeyhmus Kiliç, li taxa Qûbacix a navçeya Çinar a Dîyarbekirê dijî, dema ku di sibeha 21ê Çile de şiyar bû çû mala xezûrê xwe û hevjîna xwe Nimet Kiliç li malê nedît. Ji ber ku Kiliç wê jî li wir nedît, rewş ji Navenda Banga Acil a 112 re ragihand.

Piştî xeberdayînê, di 22ê Çileyê de ji teref kîbên AFAD, Lêgerîn û Rizgarkirina Zanîngeha Dîcleyê (DÜAK) û cendermeyan ve operasyona lêgerînê hate destpêkirin.

Lêpirsînan dîmenên kameraya ewlehiyê eşkere kirin ku nîşan didin Nimet Kiliç roja ku winda bûye, di derdora saet 05:12an de bi tena serê xwe dimeşe.

Di roja pêncemîn a operasyonên lêgerînê de, 352 efserên cendermeyan, 48 rayedarên AFADê û 10 endamên ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Zanîngeha Dîcleyê, tevî mij û hewaya sar, di şert û mercên dijwar ên erdê de, bi tevahî 410 personel dixebitin.

Ekîb di lêgerînê de kamerayên termal jî bi kar tînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin