Hewlêr, 3 Nîsan (AKnews) – Çavkaniyeke agehdar ragihand ku biryar e, îro, şêwirmendê siyasî yê rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Ekber Wîlayetî bi serdaneke jinîşkê ve bigihe Bexdayê.
Li gorî nûçeya rojnameya Qebis a kuwêtî, çavkaniyeke agehdar daxuyand ku Wîlayetî dê îro serdana Bexdayê bike.
Çavkaniyê ku navê wî nehatiye aşkerekirin, ronî kir ku Wîlayetî dê digel berpirsên paye bilind ên hikûmeta Iraqê û serkirdeyên siyasî li Bexdayê bicive.
hm (AKnews)