Êlihî bi gulan hatin vexwandin bernameya "Fêmkirina Hz. Mûhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî”

Endam û dildayên Platforma Evîndarên Pêxember ji bo bernameya wê roja yekşemê bi sernava "Fêmkirina Hz. Mûhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” bê li dar xistin gel bi gul û çîçekan dawet kirin.

Kordînatorîya Platforma Evîndarên Pêxember ya Êlihê ji bo bernameya wê di 15dê Nîsanê roja Yekşemê li qada hinda Otogarê bi sernava "Fêmkirina Hz. Mûhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” bê li darxistin di gel zarokên biçûk yên keçik bi gul û çîçekan esnaf, gel û nexwşên di nexweşxaneyê de dawetî bernameyê kir û gul li wan belav kir. Karbidestên platformê li gel gul belav kirin û xelk dawetî bernameyê kirin.   

Berya dest bi belavkirina gulan bê kirin ji Kordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember yê Êlihê Nûrettîn Teymûr, daxuyanîyek kurt kir û îfade kir ku ewê roja yekşemê saet di 13.30 de bi sernava "Fêmkirina Hz. Mûhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” bernameyê li dar bixin.  

“Het însanîyet ‘Wî’ mînak negrin hizûrê nabînin”

Teymûr, destnîşan kir ku ew temamê gel dawetî bernameya dikin û wiha got: “Em çiqa ji Rebbê xwe re şikur bikin hindike. Evîna Pêxemberê ku wek rehmet ji temamê însanîyetê re hatîye şandin careke din em tev anî cem hev. Heta însanîyet ‘Wî’ mînak negrin hizûrê nabînin. Em wek Platforma Evîndarên Pêxember her sal bi eşq û şewqeke din bewerî û sedeqeta xwe ji Hebîbê Xweda re nû dikin.”

Teymûr axaftina xwe wiha domand û got: “Îsal jî emê bi sernava "Fêmkirina Hz. Mûhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” roja yekşemê li qada mewlûdê ya kêleka otogarê saet di 13.30 de bernameya bi bîranîna Hebîbê Xweda li dar bixin. Em hêvî dikin ku ciwan û îxtîyar zilam û pîrek dê werin û ji kanîya rehmetê têr vexun. Înşallah nîdayên Taleal Bedrû Aleyna wê ji semayê Êliha me ber bi asîmana here.

Dema zarokan gul li gel, esnaf û xizmên nexweşa belav kir gel eleqeyek mezin nîşan dan û îfade kirin ku ewê beşdarî bernameya "Fêmkirina Hz. Mûhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” bibin. Gel destnîşan kirin ku ew ji niha de bi kelecanin.

ÎLKHA
































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin