Elon Musk ji “Banga Xezzeyê” ya HAMASê re bersiv da

Xwedîyê platforma medyaya civakî ya Xê Elon Musk, ji daweta HAMASê ku ew ji bona Musk were Xezzeyê û qetlîamên ku hatine kirin bi çavên xwe bibîne kiribû re bersiva neyînî da.

Musk, piştî tehdîda lobîya îşxalê, Tel Avîva ku di bin îşxalê de ye zîyaret kir. Musk, bi tevî serokwezîrê qaşo yê rejîma îşxalker Binyamîn Netenyahu herêma Kîbutza ku tê îddîakirin HAMASê êrîş kiribû zîyaret kir.

Ji rayedarên HAMASê Usame Hamdan, ji bona ku şahidê qetlîamên rejîma îşxalkeran bibe xwedîyê platforma Xê Elon Musk dawetî Xezzeyê kir, “Em ji bona ku qetlîamên îşxalkeran ku li Xezzeyê lidarxistine bibîne Elon Muskê dawetî Xezzeyê dikin.”

Lê Muskê xwedîyê platforma medyaya civakî ya X, SapceX û Teslayê ji vê bangê re bersiva “Na” da. Elon Musk, ji pervekirinekî ku di medyaya civakî de hatibû parvekirin re şîrove kir û weha got, “Niha ev der (Xezze) hinek talûke xuya dike. Xezzeyekî mireffeh a dema dirêj, wê ji hemû alîyan re baş be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin