Elon Musk wê ji Xezzeyê re xizmeta înternetê bide

Damezrênerê Tesla û SpaceXê Elon Musk ragihand ku ew ê xizmeta înternetê bidin saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên li Xezzeyê.

Êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ser Xezzeyê bû sedema qutbûna hemû peywendiyên bi herêmê re.

Elon Musk, xwediyê SpaceX, Tesla û Xê, ragihand ku pergala satelîtê ya Starlink a ku ew xwediyê wê ye, ew ê karûbarên girêdanê bide saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên navdar ên li Xezzeyê.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu ji ber bersiva erênî ya ji bo bangewaziyê teşekurê Elon Musk kir.

Wezîr Uraloglu di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da weha got: "Ez teşekurê birêz Elon Musk dikim ku ji bo piştgiriya peywendiya satelaytê ya peykên we yên Starlinkê ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên li Xezzeyê re da."

Wezîrê Pêwendiyan yê bi nave rejîma îşxalker a siyonîstî Şlomo Karhî, weha got: "Em ê bi hemû rê û rêbazan li dijî hewildana dana înternêtê ji bo Xezzeyê micadeleyê bikin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate