“Em ê him ji şermezarkirinê netirsin û him jî amûrê îstîsmarê nedin destên dijminên dîn”

Serokkomar Erdogandestnîşan kir di vê heyamê de eleqeya bo Îslamê zêde dibe û diyar kir “Dema ku me qala Îslamê kir, em ê him ji şermezarkirinê netirsin û him jî amûrê îstîsmarê nedin destên dijminên dîn.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan  beşdarî Merasîma Tevcîhê ya Xelatên Qencîyê ya Navneteweyî ya 4emîn bû û axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bila ev xelatên ku hatine dayîn bibin wesîleya xêrê û dû re ji Mehmet Gormezê ku serokê berê yê diyanetê bû û ji vê yekê re pêşîvantî dikir re teşekur kir.

“Em ê him ji şermezarkirinê netirsin û him jî amûrê îstîsmarê nedin destên dijminên dîn”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro gelek tişt hene ku bo Îslam û Misliman bên reşkirin tên bikaranîn ku divê di serî de miftî û xoce di bî varî hesas bin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku me qala Îslamê kir, em ê him ji şermezarkirinê netirsin û him jî amûrê îstîsmarê nedin destên dijminên dîn. Nexasim em ê bi wê balkêşîya înterner û medyaya civakî neyên xapandin û em ê xwe bernedin wê çala ku binê wê xuya nake. Em ê bi rûkenî, bi gotina xweş, bi hesasîyet û bi hezkirinê gazî însanan bikin Îslamê û em ê vê yekê bidomînin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e