“Em ji perwerdekirina neslên ku di oxira Xweda de canê xwe feda bikin mesûl in”

Dêya Esma Bîltacîya ku ji sembolên berxwedana Misrê bû destnîşan kir “Em ji perwerdekirina neslên ku di oxira Xweda de canê xwe feda bikin mesûl in.”

Li Mewlewîhaneya Baharîye ya Navenda Giştî ya Harekata Medenîyet û Însan bernameyeke bi navê “Ji Îrfanan Anadoluyê Ber Bi Erdnigarîya Ummetê Ve” hat lidarxistin.

Di bernameya ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir de  Sena Bîltacîya ku dêya Esma Bîltacî derbarê girîngîya pîrekan a di Îslamê de axavtinek kir.

 “Em ji perwerdekirina neslên ku di oxira Xweda de canê xwe feda bikin mesûl in”

Bîltacî di destpêka axavtina xwe de diyar kir pîrek nîvê civakê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ “Em ji perwerdekirina neslên ku di oxira Xweda de canê xwe feda bikin mesûl in. Tu kes newêre wan civakên ku yekîtîya xwe diparêzin ji hev bikin. Ji ber vê yekê divê em di têgihiştina ummetê de bibin yek û destûrê nedin ku Quds bibe paytezta îsraîl. Divê em di çarçoveya perwerdehî, zanist û çalakîyan de tevbigerin û bibin şexsîyetên pêşeng ên Îslamê.”

Seroka Yekîneya Xanimên Harekata Medenîyet û Însan Meryem Terzî jî di bernamê de  axavtinek kir. Terzî di axavtina xwe de diyar kir ew tiştê ku şeva 15ê Tîrmehê hatiye kirin di heqîqetê de ne darbeyek bû; berewajî harekata îşxalê bû. Her wisa  Zulal Bakkaşa Arîkara Seroka Koordînatorîya Anadolu ya Harekata Medenîyet û Însan  jî di bernamê de diyar kir ew dizanin ku ev dinya ji îmtîhanê îbaret e, dibê heta ku Îslam li ser rûyê erdê hakim bibe em bixebitin.

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e