“Em wê nirxandina performansa mamosteyan qebûl nakin”

Serokê Şaxa Mêrdînê yê Egîtîm-Bîr-Senê Eyub Deger destnîşan kir ew wê nirxandina performansamamosteyan a ku bi şikleke bilezûbez dê ji terefWezareta Perwerdehîya Neteweyî ve li 12 bajarên sereke bê sepandin qebûl nakin.

Civîna Lijneya Dîwana Bajêr a Şaxa Mêrdînê ya Egîtîm-Bîr-Senê li Mala Mamosteyan di bin serokatîya Serokê Şaxê Eyyup Deger de hat kirin. Degerê axavtina destpêkê ya civînê kir û di axavtina xwe de pergala “Nirxandina Performansa Mamosteyan” rexne kir.

Degerê ku di axavtina xwe de diyar kir ew wê nirxandina performansa  mamosteyan a ku bi şikleke bilezûbez dê ji teref  Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ve li 12 bajarên sereke bê sepandin qebûl nakin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê ev sepanan ku ji zirarê pê ve tiştekî nade û li kesan derîyê mehkemeyan dide vekirin demildest bê vekirin.”

Degerê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew sepana ku qala wê tê kirin teqez waada îtîbar û karîyerê nake û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew xweydana ku li polê tê herikandin nîşaneya herî mezin a performansa mamosteyan e. Divê seatên xebatê yên mamosteyan bê başkirin û şert û mercên heyatê bên başkirin û meseleyên din bên çareserkirin. Tiştên ku divê bên kirin ev in.”

Deger di dawîya axavtina xwe de diyar kir li Mêrdînê valahîya 2 hezar mamosteyan heye û ew sepana mamosteyên bi hevpeyman dê bo vê problemê nebe çareserî.

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin