Emerîkayê pergala parastina mûşekî ya THAAD li herêmên îşxalkirî bi cih kir

Siyonîst qatilên îşxalker ragihandin ku Emerîkayê pergala THAAD (Parastina Hewayî ya Bilind a Herêmê) ku ji bo astengkirina fuzeyên balîstîk ên menzîla dûravêj li welêt bi kar tîne, bi cih kiriye.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê radyoya Xê ya îşxalê hat dayîn de hat gotin, “Emerîka ji bo amadekariya li dijî tehdîdên Îranê sîstema parastina hewayî ya THAADê li îsraîlê bi cih kir."

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê berê di Adara 2019an de pergala THAAD wekî beşek ji tetbîqatên berevaniyê yên hevbeş bi kujerên îşxalker re bi awayekî demkî bicîh kiribû.

Heya niha nayê zanîn ku şandina nû mayînde ye û gelo wê ev pergal di tora parastina îşxalkeran de were entegre kirin an na.

Şandina niha beşek ji amadekariyên îşxalkeran ên ji bo "êrîşeke mezin" li dijî Îranê tê dîtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno