Emrîka 2 binavên nukleerî şîyand

Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji daxuyanîyên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev re bertek nîşan da û got ku ew emir daye, “Du binavên nukleerî bişînin herêmên munasîb.”

Serokê Emrîkayê Donald Trump, li ser hîsaba xwe ya Truth Socialê daxuyanîyek da, di daxuyanîya xwe de ji gotinên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev re bertek nîşan da.

Trump, di daxuyanîya xwe de weha got, “Min li ser daxuyanîyên kişker ên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev ku Alîkarê Serokê Konseya Ewlehîya Federasyona Rûsyayê ye, emir da ku bila ji herêmên munasîb re du binavên nukleerî bişînin.”

Trump destnîşan kir ku gotinên derheqê meseleya nukleerî de têne gotin gelek muhîm in, “Van gotinan muhîm in pirî caran dibe ku encamên em naxwazin derxîne holê. Ez wisa hêvî dikim ku ev rewş ji wan rewşan yek nebe.”

Medvedev, di daxuyanîya ku da de ji Trumpê re bertek nîşan da, û destnîşan kir ku polîtîkayên Washingtonê wek “Di navbera Rûsya û Emrîkayê de rîska derxistina pevçûnê derdixe” û gotibû, “50 roj an jî 10 roj… Divê Trump du tiştan bîrva neke: 1. Rûsya, ne Îran an jî îsraîl e. 2. Her ultîmatomekî nû gavekî ku tehdîd tê kirin an jî ji herbê re hatîye avêtin e. Ev jî di navbera Rûsya û Ukraynayê de nîne, ev di navbera welatê wî û Rûsyayê de ye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno