Emrîka, alîkarîya çekan a ji Ukraynayê re da sekinandin

Qesra Spî, daxuyand ku Emrîkayê biryar girt ku hemû alîkarîyên leşkerî yên ji Ukraynayê re da sekinandin.

Serokê Dewleta Emrîkayê Donald Trump, piştî gengeşîya ku bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîy re kir, hemû alîkarîyên leşkerî yên ku ji Ukraynayê re tê kirin rawestand.

Hat destnîşankirin ku ev biryar piştî gengeşîya ku roja Înê li Qesra Spî pêk hatibû hatîye girtin.

Herdu serok jî di berîya peymana madenên biqîmet de ketin qirika hev û dûre Zelenskî ji Emrîkayê vegerîya.

Rayedarên Qesra Spî, rast kirin ku Trump hemû alîkarîyên leşkerî yên ku ji Ukraynayê re têne kirin ji bo demekî bêdem daye rawestandin.

Rayedarekî ku ji CNNê re axivî weha got, “Serok bi zelalî îfade kiribû ku ew hemû hişê xwe dabûn aştîyê. Em dixwazin ku bila hevparên me jî hemû hişên xwe bidin vê hedefê. Ji bona ku em baş emîn bibin ku ew ji çareserîyê re destekê didin an jî na em hemû alîkarîyên xwe didin sekinandin.”

Rayedarekî dinê jî destnîşan kir ku ev biryar, tenê çek û cebilxaneyên ku hêna negihiştine Ukraynayê di nav xwe de dihewîne.

Welatên Ewrûpayê, daxuyandibûn ku ew ê piştgirîyên xwe yên ji Ukraynayê re bidomînin.

Zelenskîyê ku ji Emrîkayê vegerîyabû, çûbû Îngilistanê û bi serokên Ewrûpayê re hatibû cem hev. Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer, di Lûtkeya ku derheqê Ukraynayê de li Londonê hatibû tertîpkirin de daxuyandibû ku ew ê alîkarîyên leşkerî berdewam bikin û wê astengîyên aborî yên li ser Rûsyayê jî bê zêdekirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar