Li gorî nûçeyên ku di çapemenîya navneteweyî de cih digirin, bi vê biryara Emrîkayê alîkarîya ku di 28ê Sibatê de li Ofîsa Gilover a di navbera Serok Trump, Alîkarê Serokomar JD Vance û Serokomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy de hatibû sekinandin, ji nû ve aktîv kir.
Di hevdîtinê de, Trump Zelensky bi "bêhurmetîkirina gelê Emrîkayê" sûcdar kir, lê Zelensky got ku wî ti xeletî nekirîye ku hewce bike lêborînê bixwaze. Lê belê hat ragihandin ku Zelenskiy pişt re nameyek ji Trump re şand û lêborîn xwest û diyar kir ku ew ji hevdîtinên aştiyê re amade ye.
Çavkaniyên navneteweyî yên wekî BBC, CNN û Reutersê ragihandin ku Dîrektorê CIA John Ratcliffe got ku wan piştî gotûbêjan bi awayekî demkî desteka îstixbaratî û sewqiyata leşkerî rawestand, lê tekez kir ku ev biryar her dem demkî ye.
Hat diyarkirin ku biryara Emrîkayê ya ji nû ve destpêkirina alîkariyê jî ji ber daxuyaniya Zelenskiy ya ku gotibû ew ji îmzekirina peymana hêmanên kêm erd û muzakereyên aştiyê re vekirî ye.
Ev pêngava Emîrkayê bû sedema nîqaşan ka ew ê tesîreke çawa li hevsengiyên sîyasî û leşkerî yên li herêmê bike. (ÎLKHA)