Emrîqa cardin êrîşî Yemenê kir

Balafirên herbê yên Emrîqaya îşxalker, ji Sanaya paytexta Yemenê re êrîşa asîmanî li dar xist.

Hat destnîşankirin ku di êrîşan de tesîsên redarê hatin hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku êrîş bi fuzeyên Tomahawkê û ji keştîya USS Carneyê ve hatîye avêtin.

Emrîqa û Îngîlîstana îşxalker, doh jî êrîşî Sana û Hudeydeyê kiribû û 30 cîhan hedef girtibû.

Emrîqa êrîşên xwe bi balafirên ku di nav keştîyên li Behra Spîne de, Îngilistan jî bi balafirên ku ji baregeha Agrotura Kibrisê birê ketine li dar xistine.

Ji êrîşan re Awistirya, Bahreyn, Kanada û Holland jî destekê dabûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin