Emrîqa qebûl kir ku Yemenê keştiya balafiran a Eisenhower bombebaran kirîye

Malpera leşkerî ya Emrîqayê "The Aviationist" ragihand ku keştîya firokehilgir a Emrîqî Eisenhower rastî êrişên nû yên mûşekî ji aliyê Hêzên Çekdar ên Yemenê ve hat.

Malperê di raporekê de bal kişande ser vê yekê ku Eisenhower rastî çend êrişên bi firokeyên bêfirokevan, keştîyên êrişker û mûşekên kewçêr hatiye û “Eisenhower ji ber êrîşên neçaverêkirî û dubare yên Yemenê tûşî westandina giran bûne”.

Di raporê de hat gotin ku "ji ber dijwariya êrîşan moşekên wêrankerên grûpa gemiyên balafiran qediyan û neçar man ji qereqolên derdorê mûşekan peyda bikin."

Hat diyarkirin ku keştiya “Hessen” a Alman jî bi heman êrîşê re rû bi rû maye û ji bo pêşî li operasyonên Yemenê bigire cebilxaneya xwe westandiye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin