Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Berdewîl û pîreka wî şehîd bûn

Rejima îşxalker a sîyonîst, êrîşî bajara Xan Yûnisa Xezzeyê kir, di encamê de Endamê Sîyasî ya HAMASê Dr. Salah el-Berdewîl û pîreka wî şehîd bûn.

Rejima terorê îsraîl, li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne. Rejima îşxalker di êrîşa ku li Xan Yûnisê li dar xist de Endamê Sîyasî ya HAMASê Dr. Salah el-Berdewîl û pîreka wî şehîd kir.

Derheqê meseleyê de ji teref HAMASê ve li ser qenala Telegramê daxuyanîyek hat parvekirin. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Endamê Meclîsa Darazandina Filistînê Berdewî û pîreka wî, li herêma El-Mewasîya rojavaya Xan Yûnisê dema ku di nav çadirên xwe de nimêja teheccûdê dikirin di êrîşa îşxalkeran de şehîd bûn.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ew ê xwîna Berdewîl û pîreka wî û hemû xwîna şehîdên Filistînîyan bibe sotemenîya micadeleya veger û xelasîyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin