Endonezya wê 100 mizgeftên nû li Xezzeyê ava bike

Meclisa Mizgefta Endonezyayê plan dike ji bona ku gelê Xezzeyê dikaribin nimêja xwe bikin ew ê 100 mizgeftên nû ava bike. Di merhaleya ewil de tê armanckirin ku 10 mizgeftên demkî bên avakirin.

Meclisa Îdareya Mizgefta Endonezyayê ji bo ku li Xezzeyê 100 mizgeft bên çêkirin çalakî li dar xist. Serokê Encûmenê û cîgirê serokê berê yê Endonezyayê Mohamed Yusuf Kalla got ku proje berîya meha Remezanê wekî hewcedariyeke lezgîn hatîye dîtin.

Kalla got, "Par li Xezzeyê ji ber êrîşên îsraîlê zêdeyî hezar mizgeft hatin xerakirin. Em wek civaka Endonezyayê dixwazin vê rewşê ji dinyayê ra ragihînin û piştgiriyê bidin."

Di merhaleya ewil de dê 10 mizgeftên demkî bên avakirin û piştre hejmara mizgeftên herêmê dê bibe 100. Tê texmînkirin ku Mislimanên li Endonezyayê bi zekat û sedeqa xwe beşdarî projeyê bibin.

Kalla diyar kir ku li Xezzeyê bi rayedaran re koordînasyon hat avakirin û weha got, "Me diyar kir ku dê pêvajoya înşaetê çawa bê kirin û dest bi amadekariyên pêwîst kirin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar