Ensarullah, Balafirgeha Ben Gurion û keştîya balafirê ya Emrîkayê hedef girt

Tevgera Ensarullahê Yemenê daxuyand ku ew Balafirgeha Ben Guriona ku li Yafaya îşxalkirîye bi fuzeyên hîpersonîk ên bi navê “Zu’lfîqar” û “Filistîn-2”yan hedef girtin.

Tevgera Ensarullahê Yemenê daxuyand ku ew Balafirgeha Ben Guriona ku li Yafaya îşxalkirîye ji bo piştgirîya ji Xezzeyê re bi fuzeyên hîpersonîk hedef girtin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku navê fuzeyan yek “Zu’lfîqar” ya dinê jî “Filistîn-2” ye, û operasyon jî bi serfirazî dawî bûye.

Xeyn ji vê operasyonê ji êrîşên Emrîkayê ku li dijî Sanaa û Sadaayê pêk tînin re jî bersivê dan û li Behra Sor keştîyekî balafiran a Emrîkayê hedef girtin.

Hêzên Yemenê, ji keştîya bi navê “Truman” û hinek destroyerên li herêmê re jî bi fuzeyên balîstîkî operasyon li dar xistine.

Li gorî daxuyanîyê, di nav 24 seatên dawîn de du car pevçûn çêbû û herdu jî bi seatan berdewam kir, di vê demê de êrîşeke asîmanî ya li dijî Yemenê jî hat astengkirin.

Ensarullah diyar kir ku ew mesûlîyetên xwe yên însanî, dînî û exlaqî ya ji bo gelê Filistînê bikartînin û bang li welatên Îslamê kir ku bila ew jî mesulîyetên xwe bicîhbînin.

Hat ragihandin ku heta dorpêç û êrîşên li dijî Xezzeyê neyên rakirin û sekinandin ew ê van operasyonên wan berdewam bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar