Ensarullah: Balafirgeha Ben Gurionê bi fuzeyên hîpersonîk hedef girt

Tevgera Ensarullahê li Yemenê, daxuyand ku ew balafirgeha Ben Guriona ku li Tel Avîva îşxalkirîye bi fuzeyên hîpersonîk hedef girtin.

Berdevkê Leşkerî yê Ensarullahê Yahya Serî, destnîşan kir ku yekîneyên wan ên fuzeyê ku girêdayê Hêzên çekdar in, li dijî Balafirgeha Ben Gurionê bi fuzeyên hîpersonîkî operasyonekî leşkerî li dar xistin.

Serî, diyar kir ku fuze bi serfirazî li hedefa xwe ketîye.

Serî, îfade kir ku bi milyonan sîyonîst ji ber ku sîstemên parastina hewayê ya rejima îşxalker nikaribûyê fuzeyê bidana sekinandin xwe ji sitargehan re sipartine û seferên balafirgehê jî hatin sekinandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno