Ensarullah bi fuzeyan li Balafirgeha Ben Gurion xist

Yekîneya fuze ya Tevgera Ensarullaha Yemenê ji bo piştgiriya gelê Filistînê bi fuzeyên balistîk a hîpersonîk a ji tîpa Filistîn 2yan li dijî Balafirgeha Ben Gurion a li herêma Yafaya îşxalkirî operasyonek li dar xist.

Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku operasyonên leşkerî yên bi şev li berteka êrîşên rejîma sîyonîst a li ser gelê Filistînê û êrîşên Emrîkayê yên li ser Yemenê hatin lidarxistin.

Yekîneya fuzeyan a Tevgera Ensarullahê ji bo piştgiriya gelê Filistînê li dijî Balafirgeha Ben Gurion a li herêma Yafaya îşxalkirî bi fuzeya balîstîk a hîpersonîk operasyonek li dar xist. Hêzên Çekdar ên Yemenê diyar kirin ku ev operasyon bi serkeftî bi dawî bûye.

Emrîka hat hedefgirtin

Li hember berdewamkirina êrîşên Emrîkayê ya li ser Yemenê, hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku li dijî keştiya firokgir a Emrîkayê ya bi navê "USS Harry Truman" û keştîyên şer ên girêdayî wê çend operasyon hatin lidarxistin û got: "Ev operasyon ji teref yekîneya fuzeyan a Yemenê, hêzên esmanî û balafirên bêmirov ên Yemenê ve hatin lidarxistin."

Yemen, wê piştgirîya Filistînê bike

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin ku êrîşên hewayî yên tund ên Emrîka dê Yemenê ji erka xwe ya piştgirîkirina Filistînê nikare dûr bixe û li dijî îxlalkirinên mafên mirovan ên li Xezzeyê alîkarîya gelê Filistînê bidomîne.

Hêzên Çekdar ên Yemenê diyar kirin ku ew bi biryar in ku li hember êrişên rejîma sîyonîst û Emrîkayê bisekinin û tekez kirin ku ew dê têkoşîna xwe ji bo rawestandina hemû êrişên ser Xezzeyê û rakirina dorpêçan bidomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar