Ensarullah cara duyem li keştîya balafirên Emrîkayê xist

Tevgera Ensarullaha Yemenê di nava 24 saetan da cara duyemîn bi fuzeyên balîstîk û balafirên bêmirov li keştîya balafiran a Emrîkayê ya bi navê USS Harry S. Truman xist.

Tevgera Ensarullah a Yemenê ragihand ku ew di 24 saetên dawîn da wek berteka êrîşên dijwar ên li ser welat (Yemen) keştîya balafiran a Emrîkayê ya bi navê USS Harry S. Truman cara duyemîn hedef girt.

Berdevkê leşkerî yê Ensarullahê Yahya Serî bi daxûyanîyekê ragihand ku di operasyona ku ji bo tolhildana êrîşên Emrîkayê yên ser Yemenê û li îstînada salvegera Şerê Bedirê hat lidarxistin de, keştiya balafiran a li bakurê Behra Sor bi fûzeyên balîstîk, fûzeyên krûz û balafirên bêmirov hat hedefgirtin.

Serî diyar kir ku operasyon çend saetan dewam kir û piştî êrîşê balafirên şer ên Emrîkayê neçar man ku vekişin. Serî bal kişande ser wê yekê ku amadekariyên êrişa ser Yemenê têk çûne, Serî ragihand ku ew ê tolhildana li dijî Emrîkayê bidome.

Serî diyar kir ku heta ku ji têketina alîkarîyên însanî û lazimatîyên bingeh ên ji bo Xezzeyê re îzîn neyê dayîn ew ê astengîyên li ser Behra Sor berdewam bikin û dorpêça li dijî keştîyên rejima sîyonîst jî bên tetbîqkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket