Ensarullah, keştîya Emrîqaya îşxalker hedef girt

Ensarullahê Yemenê, bi fuze û ÎHAyan keştîyekî aîdê Emrîqaya îşxalker ku destekê dida rejîma sîyonîstan hedef girt.

Di daxuyanîya ku ji teref Ensarullahê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku di encama êrîşa Emrîqayê a li dijî Ensarullahê de 10 leşkerên wan şehîd bûne, ji ber vê yekê ew jî ji bo bersiva vê êrîşê keştîya Emrîqayê hedef girtin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Hêzên Berhê yê Hêzên Çekdar yê Yemenê, bi fuze û balafirên bêmirov yê hewayê û bi alîkarîya Rebbê Heq, ji keştîyekî Emrîqaya ku ji rejîma îşxalkar a sîyonîst re destekê dida re operasyonekî hevpar lidarxist.”

Hêzên Çekdar yê Yemenê daxuyand ku ew ê di çarçoveya mafên welat, xelk û ummetê de micadelekirina bi hemû dijmin re wê tirsonektîyê nîşan nede. Ew ê hedefgirtina keştîyên rejîma îşxalker a ku li dijî Xezzeyê qetlîaman lidardixe bidomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê