Ensarullah li Behra Sor du keştîyan hedef girt

Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew li Behra Sor yek destroyerê Emrîqayê yek jî keştîya sîyonîstan hedef girtin û herdu keştî jî îsabet girtin.

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Yemenê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew li Behra Sor li dijî keştîyekî herbê yê Emrîqayê û keştîyekî sîyonîstan operayon lidarxistine.

Serî, destnîşan kir ku ew destroyera Emrîqayê bi fuzeyên behrê ya mûnasîb hedef girtine û keştî îsabet girtîye.

Hat ragihandin ku operasyonekî dinê jî li dijî keştîya sîyonîstan hatîye lidarxistin ku navê keştîyê Destnîy e û di encama operasyonê de keştî îsabet girtîye.

Derheqê keştîya Destnîyê de agahî hat dayîn ku ev keştî di 20ê Nîsanê de derewan kirîye ku ew ê neçe benderên sîyonîstan lê hat tespîtkirin ku ew ê biçûya benderên îşxalkirî û di dema derbasbûna di Behra Sor de hatîye hedefgirtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê